NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ HILWEŞANDINA TAXA FABRÎQE DE PIRSNAME HAT DAYÎN

Derbarê hilweşandinên li Taxa Fabrîqe ya Amedê pirsname pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

DERBARÊ HILWEŞANDINA TAXA FABRÎQE DE PIRSNAME HAT DAYÎN

 

Derbarê hilweşandinên li Taxa Fabrîqe ya Amedê pirsname pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

 

Di pirsnameya ku ji alîyê Parlamentera DEM Partî ya Amedê Sevîlay Çelenk ve hat dayîn de, ji Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî hat xwestin ku bi nivîskî bersivê bide.

 

Di pirsnameyê de wiha hat pirsîn, "Gelo derbarê qrîza xanîyan de ku hemwelatî di şert û mercên zivistanê de piştê hilweşîna li Taxa Fabrîqeyê di 24ê Çileya 2024an de dest pê kir, pêşbînî an lêkolînek Wezarete we heye? Ma wê Wezareta we ti gav bavêje da ku mîqdara ku ji sûdmendan re were dayîn bi nirxek ku nêzê nirxa bingehîn a sîteya rast dibe re têkildar be? wê derbarê destpêkirina hilweşînê ya ku li gel biryara dadgehê bû, lêpirsîn bê destpêkirin?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.