NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ TEMENÊ TEQAWÎTBÛNÊ DE YILMAZ: XEBATEKÊ ME TUNE

Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz li ser îdîayên ku wê temenê teqawîtbûnê bê zêdekirin re got, "xebatekê me ya wiha tune.

DERBARÊ TEMENÊ TEQAWÎTBÛNÊ DE YILMAZ: XEBATEKÊ ME TUNE

 

 Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz ê ku li ser navê Hikûmetê beşdarê Komîsyona Plan û Sermîyan a Meclisê bû bersiv da rexne û pirsên parlementeran.

Yilmaz, li ser pirsên parlementeran ên "Pencereya demografîk di kîjan salê de bi dawî dibe?

 wiha bersiva da, "Heta sala 2037, 2040'î em di nava firsendekê de ne.

Berîya ku em kal bibin divê em dewlemend bibin.

Ger ku em nikaribin vê yekê bi dest bixin, ger em nikaribin berîya pîrbûnê dewlemend bibin, metirsîya me heye ku em bibin nifûsa feqîr û pîr. Bi rastî ev ya herî xirab e.

 Yilmaz, anî ziman ku di mijara teqawîtbûnê de rojeva wan a wekê "bilindkirina temen" tuneye û got, "Niha xebatekê me ya bi vî rengê tuneye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.