NÛÇEYÊN KURDÎ

DI BÛYERA 5 KESÊN LI MÊRDÎN HATIBÛN KUŞTIN DE 4 KES HAT GIRTIN

Derbarê bûyera çend roj berê li Mêrdîn pêk hat û 5 kes ên ji Herêma Kurdistana Federe tê de hatibûn kuştin, ji 5 gumanbarên ku hatibûn binçav kirin ji wan 4 kes hatin girtin.

Hindreen Abdullah Saleh (39), Wahide Haydar Casım (63), Abdullah Salih Mustafa (69), Çimen Şahîn Halid (75) û Ehmed Celaleddîn Îbrahîm (45) yên ku ji bo tedawî û geştyarîyê ji bajarê Dihokê ya Herêma Kurdistana Federe hatibûn Tirkiyê, di heyama ku bi siwareya xwe di rê de bûn, rastê êrîşa bi çekan hatin û jiyana xwe ji dest dan. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de 5 gumanbar hatin binçavkirin. Piştê karên wan ên li midûriyeta polîsan 1 jê jin 5 gumanbar bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin. Di rûniştina ku li Mêrdîn pêk hat, dadgehê,  di heqê A.K, F.A, Ç.B û M.Y de biryara girtinê da, û M.Ş jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.