NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEFTEYA 782AN DE AQUBETA MEHMET MEHDÎ AKDENÎZ HAT PIRSÎN

Xizmên Windayan û Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) di hefteya 784an a çalakîya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de careke din kiryaran pirsîn.

Di çalakîya vê hefteyê de, aqubeta Mehmet Mehdî Akdenîz ê di 20ê Sibata 1994'an de li navçeya Pasûr a Amedê di bin çavan de hatibû windakirin, hat pirsîn. Berîya daxuyanîyê Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Omer Saman derbarê geşedanên di rojevê de axivî û bal kişand ser berpirsyarên karesata madenê ya Îlîçê.

Her wiha Seroka Konseya Navend a TTB'ê Şebnem Korur a ku hefteya borî hedef hat girtin, dîyar kir ku ew li cem Fîncancî ne û peyama xwe ya piştevanîyê da. Çalakîya vê heftê ku wêneyên kesên bi kiryar nedîyar hatin qetilkirin û kesên bi darê zorê hatin windakirin hate hilgirtin, bi xwendina çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz û çalakîya rûniştinê ya 1 xulek bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.