NÛÇEYÊN KURDÎ

DI NAV 2 MEHAN DE LI FILISTÎNÊ 75 ROJNAMEVAN HATE KUŞTIN

Hat ragihandin ku di 2 mehan de di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazeyê de 75 rojnamevan hatine kuştin.

DI NAV 2 MEHAN DE LI FILISTÎNÊ 75 ROJNAMEVAN HATE KUŞTIN

 

Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê derbarê rojnamevanên ku di êrîşên Îsraîlê yên ku 2 meh dom kirin de jîyana xwe ji dest dane, birîndar bûne, hatine binçavkirin û malên wan hilweşîyane de raporek weşand. Li gorê raporê, di êrîşan de 75 rojnamevan jîyana xwe ji dest dane û nêzê 80 rojnamevan jî birîndar bûne.

Her wiha hat dîyarkirin ku 2 rojnamevan jî winda ye. Hat destnîşankirin ku Îsraîlê di êrîşên xwe de ji ber sedema mirina bi hezaran sivîl û birîndarbûna bi deh hezaran sivîlan, bi sedan sûcên şer pêk anîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.