NÛÇEYÊN KURDÎ

DI NAVA 2 MEHAN DE LI 4 ZÊRFIROŞAN ÊRÎŞA ÇEKDARÎ HATÎYE KIRIN

Li Amedê di nava mehekê de 2 caran gule li zêrfiroşekî hat kirin, di nava 2 mehan de 4 zêrfiroş rastê êrîşa bi çekan hatin.

DI NAVA 2 MEHAN DE LI 4 ZÊRFIROŞAN ÊRÎŞA ÇEKDARÎ HATÎYE KIRIN

Li Amedê di nava mehekê de 2 caran êrîş li zêrfiroşekî hat kirin, di nava 2 mehan de 4 zêrfiroş rastê êrîşa bi çekan hatin.

Hat dîyarkirin ku danê sibê li Taxa Dîclekentê ya Navçeya Kayapinara Amedê li dijî zêrfiroşekî êrîşa çekdarî hat kirin. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, hate îdiakirin ku dikana zêran a ku di meha dawî de cara duyemîn ji alîyê kesên bi maske ve hate gulebarankirin, tevê ku dijminatî nebû jî hatîye tirsandin. Serokê Navçeya Odeya Zêrfiroşan a Dîclekenta Amedê Yavuz Ekrem Aydin, diyar kir ku di nava 2 mehan de li tevahîya bajêr 4 zêrfiroş hedef hatin girtin û rastê êrîşan hatin e. Aydin, bang li rayedaran kir ku divê êrîşker tavilê bêne zevt kirin û pêşî li ber êrîşan bên girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.