NÛÇEYÊN KURDÎ

DI OPERASYONA “NARKOGÛÇ” DE 158 GUMANBAR HAT BINÇAVKIRIN

Di operasyonên narkotîkê yên ku li Amed jî di nav de li 12 bajaran hatin kirin de 158 gumanbar hatin binçavkirin.

DI OPERASYONA “NARKOGÛÇ” DE 158 GUMANBAR HAT BINÇAVKIRIN

Di operasyonên narkotîkê yên ku li Amed jî di nav de li 12 bajaran hatin kirin de 158 gumanbar hatin binçavkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî daxuyanî da û dîyar kir ku li Amed û 11 bajaran operasyonên "Narkogûç" hatin kirin. Di operasyonan da 158 gumanbar hatin binçavkirin.

Di operasyonan da 6 ton esrar, 200 kîlo madeyên hişbir û 30 hezar hebên narkotîkê hatin bidestxistin. Ji gumanbaran 55 kes hatin girtin, lê jêpirsîna kesên din jî dewam dike.

Di operasyonên ku li Amedê hatin kirin de 100 kîlo skunk û 11 kîlo esrar hat bidestxistin û 1 kesê ku bazirganîya tiryakê dikir jî hat girtin. Wezîr Yerlîkaya derbarê operasyonê de wiha got, "Em ê jîyanê ji bazirganên jehrê re jehr bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.