NÛÇEYÊN KURDÎ

DI ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI GAZEYÊ DE HEJMARA MIRÎYAN DERKET 27 HEZAR Û 708AN

Hejmara Filistînîyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê de jîyana xwe ji dest dan derket 27 hezar û 708an.

DI ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI GAZEYÊ DE HEJMARA MIRÎYAN DERKET 27 HEZAR Û 708AN

 

Hejmara Filistînîyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê de jîyana xwe ji dest dan derket 27 hezar û 708an. 

 

Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji alîyê Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ya li Gazeyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazeyê, tevê di 24 saetên dawîn da 123 kes mirin, hejmara Filistînîyên ku hatine kuştin derket 27 hezar û 708an.

 

Di berdewamîya daxuyanîyê de hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li Gazeyê li dijî sivîlên Filistînî "16 qetlîam" kirine û di êrîşên Îsraîlê yên rojekê de 123 Filistînî jîyana xwe ji dest dane û 169 sivîl jî birîndar bûne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.