NÛÇEYÊN KURDÎ

ERDOGAN DERBARÊ ÎMAMOGLÛDE GOT: NIQAŞA SÎYASÎ TUNE YE

Serokomar Erdogan derbarê cezayê ku li şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatîye birînde daxuyanî da.

ERDOGAN DERBARÊ ÎMAMOGLÛDE GOT: NIQAŞA SÎYASÎ TUNE YE

Serokomar Erdogan derbarê cezayê ku li şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatîye birînde daxuyanî da.

Erdogan got, “Niha li pişt tofana ku di rojên dawî de bi biryara dadgehê hat rakirin, heman zîhnîyeta faşîst heye. Bi rastê, tu eleqeya vê nîqaşê ne bi me û ne jî bi miletê me re tune ye. Lewra ji ber ku mijar ji biryara mehkûmkirina kesekî ku bi îdîaya heqaret li dadgeran kirîye îbaret pêktê. Ne nîqaşa sîyasî, ne şerê fikran, ne jî têkoşîna xizmetê heye. Dema em li tiştên ku piştî eşkerekirina biryara dadgehê hatine gotin û nivîsandin dinêrin, ji alîyê din ve em hem dikenin û hem jî xemgîn dibin.” Erdogan got, "Hewl didin lîstika xwe ya text li ser me bilîzin. Mafê tu kesî tune ye ku biryarên dadgehan nas neke.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.