NÛÇEYÊN KURDÎ

DI ROJA JINAN DE AQÛBETA GULÎSTAN DOKÛ HAT PIRSÎN

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li ber edlîyeyê hatin cem hev û civîna çapemenîyê li dar xistin.

DI ROJA JINAN DE AQÛBETA GULÎSTAN DOKÛ HAT PIRSÎN

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li ber edlîyeyê hatin cem hev û civîna çapemenîyê li dar xistin.

Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Asîya Cemre Işik, dîyar kir ku 8’ê Adarê di erdhêjê de pêşwazî kirine û wiha got, “Mixabin kêmasî û pirsgirêkên jinan ên li herêma erdhêjê her ku diçe zêde dibin. Pirsgirêkên wekî stargeh, av, tenduristî, paqijî û ewlehîyê, herî zêde bandorê li jinan û LGBTI+an dikin. Ji ber newekhevîya zayendî, karê malê û lênêrînê ku wek tenê karên jinan ne, barê jinên li herêma erdhêjê dijîn, girantir dike. Ji ber van sedeman, ji bo pirsgirêkên ku jin li herêmê dijîn û yên dibe ku bijîn re çareserîyeke lezgîn bê dîtin.”

Di daxuyanîyê de Aygul Dokû aqubeta xwişka xwe Gulîstan Dokû ya ku ev hezar û 160 roje winda ye pirsî. Aygul Dokû wiha got: "Xwişka min li bajarekî ku her der kamerayên MOBESE'yê lê hene hat windakirin. Hemû rayedaran ji pirsa 'Gulîstan Dokû li ku ye?" re guhên xwe girtin.”

Aygul Dokû, anî ziman ku hemû derîyên ku ji bo dîtina xwişka wê Gulîstan Doku çûne, li rûyê wan girtine û anî ziman ku ew bi feraseta edaletê re rû bi rû nemane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.