NÛÇEYÊN KURDÎ

DIBE KU DI RÊZIKNAMEYA TEQAWÎDBÛNÊ DE SÎNOR BIBE 70 SALÎ

Piştê qanûna EYTyê bi rêziknameyên ku di teqawidbûnê de bên çêkirin, temenê teqawidbûnê wê gav bi gav bibe 70 salî.

DIBE KU DI RÊZIKNAMEYA TEQAWÎDBÛNÊ DE SÎNOR BIBE 70 SALÎ

Di 12'emîn Plana Pêşketinê ya ku ji alîyê hikûmeta AKP'ê ve pêşkeşê Meclîsê hat kirin de, tê pêşbînîkirin ku 'karmend wê demeke dirêj di îstîhdamê de bimînin û pîvanên teqawidbûnê li gorê temenê jidayîkbûnê ji nû ve bên dîyarkirin'.

Di vê rewşê de, dibe ku di dema pêş de temenê teqawidbûnê, ku niha 65 e, zêde bibe.

Plana Pêşketinê ya 12emîn a ku salên 2024-2028an dihewîne pêşkeşê TBMMyê hat kirin.

Di nivîsa Atîlla Ozsever a ji Gazete Duvar’ê de bal kişand ser wê yekê ku di Plana Pêşketinê de hevok hene ku bi awayekî nepenî temenê teqawidbûnê zêde dikin.

Di planê de ev daxuyanî wiha ye: "Ji bo domdarîya darayî ya pergala ewlehîya civakî, wê lêkolîn li ser mekanîzmayên verastkirina otomatîkî yên ku bi zêdebûna bendewarîya jîyanê ya jidayîkbûnê re di destnîşankirina pîvanên teqawidbûnê de hevaheng in, bêne kirin.

 Hat dîyarkirin ku ev daxuyanî ji alîyê teknîkî ve tê wateya zêdekirina temenê teqawidbûnê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.