NÛÇEYÊN KURDÎ

“DIVÊ ZÎNDANA DÎYARBEKIRÊ BIBE MUZEYA BÎRANÎNÊ”

Hat xwestin ku Girtîgeha Hejmara 5'an a ku di mehên borî de hat valakirin û weke navenda îşkenceya darbeya 12'ê Îlonê tê bibîranîn, divê bibe muzeya bîranînê.

“DIVÊ ZÎNDANA DÎYARBEKIRÊ BIBE MUZEYA BÎRANÎNÊ”

Hat xwestin ku Girtîgeha Hejmara 5'an a ku di mehên borî de hat valakirin û weke navenda îşkenceya darbeya 12'ê Îlonê tê bibîranîn, divê bibe muzeya bîranînê.

 

 

Koma Înîsiyatîfa Muzeya Bîrnebûnê ya Girtîgeha Hejmara 5'an li ber Girtîgeha Jimare 5'an a bi navê Girtîgeha Amedê ya ku beriya demekê sewqê Wezareta Çandê hat kirin, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Rahîme Karakaş a ku li ser navê Komê di civîna ku Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû lê amade bû de metna çapemeniyê xwend. Karakaş diyar kir ku îro Girtîgeha 5'an a ku piştê derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an veguherî îşkencexaneyê.

Karakaş diyar kir ku piştê darbeya 12'ê Îlonê bi sedan kes ji ber îşkence û muameleya xerab li girtîgehan mirin û hatin qetilkirin, bi hezaran kes ji wan seqet man, bi hezaran kes ji ber cezayê darvekirinê hatin darizandin û 50 kes jî hatin înfazkirin.

Weke Koma Înîsiyatîfa Hejmar 5 a Muzeya Bîranîna Girtîgehê Rahîme Karakaş wiha berdewam kir, "Wezareta Çand û Tûrîzmê divê bi me re ku di wê serdemê de dijiyan, di dîzaynkirina hundirê girtîgehê û berhevkirina malzemeyên muzeyê de bixebitin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.