NÛÇEYÊN KURDÎ

DOZA WEQFA HÎRANÛR TALOQÊ 5’Ê HEZÎRANÊ HAT KIRIN

Di danişîna doza Weqfa Hîranûr ku bi destdirêjîya zaroka bi navê H.K.G. bû rojev, taloqî 5’ê hezîranê hat kirin.

DOZA WEQFA HÎRANÛR TALOQÊ 5’Ê HEZÎRANÊ HAT KIRIN

Di danişîna doza Weqfa Hîranûr ku bi destdirêjîya zaroka bi navê H.K.G. bû rojev, taloqî 5’ê hezîranê hat kirin.

Danişîna 3’yemîn a doza damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayê Cemaeta Îsmaîlaga Yûsûf Zîya Gumuşel ê ku keça xwe H.K.G. di 6 salîyê de bi Kadîr Îsteklî yê 29 salî re “zewicandîye” li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Anadoluyê ji çapemenîyê re girtî hate lidarxistin.

Di danişîna bi tespîta nasnameyan dest pê kir de, faîlên girtî Yûsûf Zîya Gumuşel û Kadîr Îsteklî û Fatma Gumuşel a bi şertê kontrola edlî tê darizandin amade bûn. Şandeya dadgehê di danişîna ku 2 şahid hatin guhdarkirin de biryar da ku şahidekî din jî bê guhdarkirin û rewşa girtîbûna faîlan bidome. Dadgehê danişîn taloqî 5’ê hezîranê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.