NÛÇEYÊN KURDÎ

DTSO, ODEYÊN BAZIRGANÎ YÊN BERGAMA Û TORBLÎYÊ RE PROTOKOL ÎMZE KIR

Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) bi Odeyên Bazirganîyê yên navçeyên Bergama û Torbalîyê yên Îzmîrê re protokola hevkarîyê îmze kir.

Serokê (DTSO) Mehmet Kaya der barê protokola îmzekirî de axivî û bal kişand ser girîngîya protokolên hevkarî û biratîyê yên bi Odeyên Rojava re ji bo şikandina nêrînên neyînî yên li ser Amedê. Kaya, dîyar kir ku Amed di warê binesazîya pîşesazîyê de xwedî cihekî girîng e û di warê teşwîqê de ji bo veberhêneran avantajên bajêr anî ziman. Kaya dîyar kir ku 600 hezar donim erda avdanê ya Amedê heye û 2 projeyên navborî dest pê bikin ji bo avdanê wê 400 hezar donim zevîyên avdanê yên nû bên bidestxistin û ew ê bibe navendek girîng ji bo çandina pembû. Her wiha wê îthalata pembû bi dawî bibe û wê welatê me derkeve asta îxrac kirinê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.