NÛÇEYÊN KURDÎ

EGÎTÎMSEN: BILA OSYM DI KOMÎSYONA LÊKOLÎNA MECLÎSÊ DE WERE VEKOLÎN

Sendîkaya kedkarên zanist û perwerdehiyê, derbarê girtina ji peywirê ya Prof. Dr. Halîs Aygunê de daxuyaniya nivîskî da.

EGÎTÎMSEN: BILA OSYM DI KOMÎSYONA LÊKOLÎNA MECLÎSÊ DE WERE VEKOLÎN

 

Sendîkaya kedkarên zanist û perwerdehiyê, derbarê girtina ji peywirê ya Prof. Dr. Halîs Aygunê de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girtina ji peywirê ya Aygun ku piştî pirsên KPSS’ê hatin belavkirin ji kar hat derxistin, her wiha derbarê kes û saziyên ku ji raya giştî re zirarê bigihînin, di peywiran de piştguhkirin û sersarî were tespîtkirin dê gilî were kirin.

Her wiha hat dupatkirin ku rabirdûyê de gelek caran ‘skandalên kopyayê’ derketine holê. Ji ber vê yekê divê li meclîsê demildest komisyona vekolînê were avakirin û lêkolîn were destpêkirin

BAROYA ŞIRNEXÊ Jİ BO BETALKIRINA KPSS’ê DOZ VEKIR

Baroya Şirnexê ji bo daxwaza betalkirina Azmûna Bijartina Personelên Giştî (KPSS) li Dadgeha Îdare ya Nobedar a Enqereyê doz vekir. Di daxwaznameya dozê de ku li ser îdiaya pirsên azmûnê beriya îmtîhanê hatine belavkirin, hat diyarkirin ku pirsên azmûnê ji jêdera weşanxaneyekî digel heman bijardeyan hatine girtin. Ji ber vê yekê hat diyar kirin ku ji bo kesên îmtîhan bûne mexdûr nebin divê azmûn betal bibe.Her wiha Egîtîm-Sen diyar kir ku derbarê kes û saziyên ku ji raya giştî re zirarê bigihînin, di peywiran de piştguhkirin û sersarî were tespîtkirin dê gilî were kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.