NÛÇEYÊN KURDÎ

ELÎAÇIK: DIBE KU SERDEMEKE TUNDÎYA OLÎ Û DÎKTATORÎYÊ DEST PÊ BIKE

Îlahîyatnas Îhsan Elîaçik îdîa kir ku ger piştê hilbijartinan tifaqa Cumhûr bi ser bikeve, "dibe ku serdemeke tundîya olî û dîktatorîyê dest pê bike".

ELÎAÇIK: DIBE KU SERDEMEKE TUNDÎYA OLÎ Û DÎKTATORÎYÊ DEST PÊ BIKE

Îlahîyatnas Îhsan Elîaçik îdîa kir ku ger piştê hilbijartinan tifaqa Cumhûr bi ser bikeve, "dibe ku serdemeke tundîya olî û dîktatorîyê dest pê bike".

Elîaçik, beşdarê weşana Cumhûrîyet TVyê bû, derbarê cemaet û mezheban de daxuyanî da.

Elîaçik ê ku got, “Ez komên olî nas dikim. Mînak malbata Erdogan xwe wek malbata xanedan îlan bike û li şûna Xanedanîya Osmanîyan, xanedanîya Erdogan dest pê bike û welat wek dewleteke îslamî bibînin û bibêjin em li gor Şerîetê tevdigerin, dibe ku serdema tundîya olî û dîktatorîyê dest pê bike. Ji ber ku nekarîn ji sedî 50 derbas bikin, niha nikarin vê yekê bikin. Bi xapandin, dizîya dengan bi zor xwe ji sedî 49,50 nîşan dan. Ya rastî ew têk çûn, potansîyela ku li Tirkîyeyê heye nehişt ku desthilatdarîya heyî û Tayyîp Erdogan derbas bibe. Yên ku wî naxwazin niha di piranîyê de ne, lê ez ji bo pêşerojê dibêjim. Ev der yekane cihê ku alema Îslamê niha li dijî van pêkhateyên olî li ber xwe dide. Hûn dibînin Talîban Afganîstan, Îran, ew ji hêla dîktatorên xweser, hikûmetên otorîter ve têne rêvebirin. Tirkîye jî ber bi wir ve diçe. Ji ber vê yekê ev hilbijartin pir girîng e."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.