NÛÇEYÊN KURDÎ

“EM Ê TUCARÊ RÊ NEDIN TÎRYAK Û FUHÛŞÊ”

Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajar ê Amedê, ji bo balê bikşîne ser bikaranîna tiryak û fuhûşê ya ku li bajêr belav bûye, daxuyaniyeke çapemeniyê da.

“EM Ê TUCARÊ RÊ NEDIN TÎRYAK Û FUHÛŞÊ”

Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajar ê Amedê, ji bo balê bikşîne ser bikaranîna tiryak û fuhûşê ya ku li bajêr belav bûye, daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan a ku daxuyanî xwend wiha got, "Zêdebûna mirinên ji ber bikaranîna tiryakê ku piraniya wan ciwan in û zêdebûna hejmara kesên ku bi xetereyê bikar tînin, civak û me bi giranî dixe nava fikaran."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Jinên ciwan piştê ku bi tiryakê ve girêdayî dibin, bi gef û şantajê neçar dimînin ku di bin gefa her cure şîdetê de bijîn û rastê gefên mafê jiyanê yên weke windakirin û kuştinê tên.

Em careke din bi raya giştî re parve dikin ku em ê bi hemû hêza xwe li dijî van derdorên bêexlaq ku hewl didin ciwanên me bixin nava van xefikan li ber xwe bidin û têbikoşin.”

Turan banga têkoşîna hevpar kir û wiha got, “Em bang li saziyên cemawerî, saziyên sivîl û gelê xwe yên hestiyar dikin ku li dijî tiryak û fuhuşê ya ku li bajarê me hewl tê dayîn belav bibin, bi hev re têbikoşin.

Em bi bîr tînin ku hemû kes û sazî di parastina ciwan û pêkhateya xwe ya civakî de xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.