NÛÇEYÊN KURDÎ

ENDAMÊN TEMÎNA BAG-KUR DIBE KU 5 SAL ZÛ TEQAWID BIBE

Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan dîyar kir ku wê 5 sal berê mafê teqawîtbûnê ji endamên temîna Bag-Kurê re bê dayîn.

ENDAMÊN TEMÎNA BAG-KUR DIBE KU 5 SAL ZÛ TEQAWID BIBE

Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan dîyar kir ku wê 5 sal berê mafê teqawîtbûnê ji endamên temîna Bag-Kurê re bê dayîn.

 

Bi pêşnûmeya torbe qanûnê ya ku pêşkeşê TBMMyê hat kirin, tê hêvîkirin ku ji bo endamên Bag-Kurê ji bo teqawidbûnê rojên prîman kêm bibe.

Ji bo kesên ku qeyda wan a bacê hene û prîmên Bag-Kur razandine û kesên ku li hêvîya teqawîtbûna pêşwext in, xebatek hat destpêkirin. Bi pêşnûmeya torbe qanûnê ya ku pêşkeşê Meclisê hat kirin, şertê prîmên endamên Bağ-Kurê ji 9 hezar rojan dakeve 7 hezar û 200 rojan.

Tê payîn ku esnafên piçûk ên ku li Odeyên Esnaf û zeneatkarên ku qeyda wan a bacê hene û xwedîyê karsazîyên wek berber, kuafor, dikanên pêlavan û qehwexaneyan in, wêji rêziknameyê sûd werbigirin. Lêbelê, xwedîyên şîrîketan, ên ku li gor bîlançoyê qeyda bacê digirin, wê nikaribin ji rêziknameya qanûnî sûd werbigirin. Tenê endamên temîna Bag-Kur ên ku berîya 8'ê Îlona 1999'an xwedî sîgorte bûn û şert û mercên pêwîst bi cîh bînin wê karibin pêşwext teqawid bibin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.