NÛÇEYÊN KURDÎ

EV 4 SAL E TÊ PIRSÎN “GULÎSTAN DOKU LI KU YE?”

Di ser windakirina xwendekara Zanîngeha Munzur Gulîstan Doku ya ji Amedê re 4 sal derbas bû. Ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve ji xwendekara pola duyemîn a Beşa Pêşdebirina Zarokan a Dibistana Pîşeyî ya Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku tu agahî nayê girtin.

EV 4 SAL E TÊ PIRSÎN “GULÎSTAN DOKU LI KU YE?”

 

Aqûbeta Doku yê ku herî dawî li ber pastexaneyê bi Zaynal Abarakov ê ku bamarîya wî polês e re nîqaş dikir, tevê ku 4 sal derbas bû jî nehat zelalkirin.

Xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku wiha got, “Tişta ku guherî divê ne tenê hejmar bûya. Gulîstan ev 4 sal e winda ye. Pirsa 'Gulîstan Doku li ku ye?' ji sînorên welatê me derket, lê di edaletê de asê ma û ev hemû ji bo ku Zaynal Abarakov neyê darizandin û lêpirsîn.

 Parlamentera Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) ya Dêrsimê Ayten Kordu, derbarê aqûbeta Gulîstan Doku, cîhê ku li wir e, sax e yan na, eşkerekirina sûcên ku hatine kirin, berpirsyar û kiryaran kî ne, lêpirsîn û pirsnameyek pêşkeşê Meclisê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.