NÛÇEYÊN KURDÎ

NAMZEDÊN ÇEPÊN KESK LI DÎLOKÊ BETALKIRINA HILBIJARTINÊ DAXWAZ KIR

Rêxistina Bajarê Dîlokê ya Partîya Çepên Kesk, bi hinceta ku Partîya Vatanê bêyî destûr û îradeya wan gelek kes wek wezîfedarê sindoqan nîşan dabûn ku ev kesana nikarîbûn dengê xwe bidin, ji bo betalkirin û nûkirina hilbijartinên bajêr serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da. V

NAMZEDÊN ÇEPÊN KESK LI DÎLOKÊ BETALKIRINA HILBIJARTINÊ DAXWAZ KIR

Rêxistina Bajarê Dîlokê ya Partîya Çepên Kesk, bi hinceta ku Partîya Vatanê bêyî destûr û îradeya wan gelek kes wek wezîfedarê sindoqan nîşan dabûn ku ev kesana nikarîbûn dengê xwe bidin, ji bo betalkirin û nûkirina hilbijartinên bajêr serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da. 

Namzetên parlamenterîyê yên Partîya Çepên Kesk a Dîlokê derbarê mijarê de daxuyanîyek dan û dîyar kirin ku li bajêr li pêşîya îradeya gel a li ser sindoqan astengî heye û wiha gotin, “Pir eşkere ye; mafê dengdanê yê welatîyan bi sextekarî hatîye binpêkirin.

Ev jî li dijî Destûra Bingehîn û yasaya Hilbijartinê ye. Di rastîyê de berîya ku encamên hilbijartinê bên eşkerekirin û li giştîyê welêt nerazîbûnên welatîyan berdewam dikirin, helwesta hikûmetê ya ku gotibû 'îradeya gel derketîye holê', ji bo manîpulasyonê bû. Em bang li rayedaran dikin ku li hemberê vê sûcê erkên xwe yên destûrî pêk bînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.