NÛÇEYÊN KURDÎ

GELO MIXTARAN BI PEREYÊ KÊ ÇÛNE UMRE’YÊ?

Piştê ku komek mixtarên navçeya Yenîşehîra Amedê herî dawî çûn Umreyê û li ser medyaya civakî spasîya Qeymeqamê Yenîşehîrê kirin, pirs hatin kirin ku lêçûnên vê seferê ji ku tê kirin.

GELO MIXTARAN BI PEREYÊ KÊ ÇÛNE UMRE’YÊ?

Di nûçeya ku di Rojnameya Tîgrîs de hat weşandin de mixtaran, ji Qeymeqamê Yenîşehîrê û Qeyûmê Şaredarîyê Murat Beşîkçî re yên ku wan şand umreye, peyama spasîyê parve kirin.

Mixtarê Yenîşehîrê Mehmet Demîr ê ku çûye umreyê li ser medyaya civakî peyama spasîyê parve kir û wiha got: “Me ji Kabeyê dua û silavên xwe ji Qeymeqam û vekîlê Şaredarê xwe yê Yenîşehîrê Murat Beşîkcî û malbata wî ya hêja re ragihand. Li ser navê mixtaran, em spasîya xwe ji qeymeqamê xwe re dikin ku me şande vê axa pîroz û me di duayan de anî cem hev.

Xwedê her tim ji te razî be.” Piştê vê spasîyê welatîyan ji pirsên xwe bersiv xwestin û wiha gotin, “Gelo mixtar bi pereyên xwe çûne umrê?

Eger wisa be çima spasîya Qeymeqamê navçeyê dikin? Ger qeymeqam şandîye, bi pereyê kê şandîye?"

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.