NÛÇEYÊN KURDÎ

GHEBREYESUS: NY KU NIKARE BE XWÎNRIJANDINÊ RAWESTÎNE JI BO ÇI YE?

Rivebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus got: "Heke Neteweyên Yekbûyî nikare xwînrijandinê rawestîne ji bo çi ye?"

Ghebreyesus di peyama xwe ya ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) de dîyar kir ku NY ji bo xurtkirina aştîya cîhanê hatîye avakirin, lê nekarîna pêşîlêgirtina xwînrijandina li Gazeyê gumanan li ser sedema hebûna wê zêde kirîye. Ghebreyesus wiha anî ziman, "Ev krîza li Gazeyê ji bo Neteweyên Yekbûyî û ji bo welatên endamên wê ceribandinek cidî ye.

Ev rêxistin ji bo xurtkirina aştîyê li cîhana me hatîye avakirin. Eger hûn wek welatên endamên Neteweyên Yekbûyî nexwazin an jî nikaribin vê xwînrijandinê rawestînin, wê demê divê em bipirsin: Neteweyên Yekbûyî ji bo çi he ye?" Rêveberê Giştî yê WHO tekez kir ku ‘biryar û daxuyanî’ yên derbarê Gazeyê de têr nakin û ev him ji bo NY û him jî mirovatîyê qeyranek mezine û wiha berdewamkir, “Em bang li we endamên Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo gelê sivîl ê Gazeyê bê astengî gîhandina alîkarîyên mirovî misoger bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.