NÛÇEYÊN KURDÎ

GOOGLE'YÊ ZARAVAYÊ SORANÎ LI 'WERGERÊ GOOGLE' ZÊDE KIR

Google ragihand ku zaravayê Soranî yê Kurdî ku zimanê fermî yê Herêma Kurdistanê ye, li Google Translateyê hat zêdekirin.

GOOGLE'YÊ ZARAVAYÊ SORANÎ LI 'WERGERÊ GOOGLE' ZÊDE KIR

Google ragihand ku zaravayê Soranî yê Kurdî ku zimanê fermî yê Herêma Kurdistanê ye, li Google Translateyê hat zêdekirin. Isaac Caswell ê ku Endezyarê li Google Translateyê ye, îro di blogek li ser malpera şîrketê de dîyarkir ku wan 24 zimanên nû li Google Translateyê zêde kirine. Caswell di derbarê mijarê de wiha got; "Bi salan Google Translate alîkarî da astengên zimên. Em dixwazin civakên li çaralîyê cîhanê bi hev ve girêbidin, bi taybetî ji bo kesên ku zimanên wan di piranîya teknolojîyên de nayên temsîl kirin. Ji ber vê yekê me 24 ziman li 'Wergerê' zêde kirin. Em niha li seranserê cîhanê, bi tevahî piştgirîya 133 zimanan dikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.