NÛÇEYÊN KURDÎ

HÛRGILIYÊN BÊRÊTÎYÊN DÎSKÎ’YÊ DÎYAR BÛ

Hûrgiliyên bêrêtiyên li buroya komkirinê ya Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, eşkere bûn.

HÛRGILIYÊN BÊRÊTÎYÊN DÎSKÎ’YÊ DÎYAR BÛ

Hûrgiliyên bêrêtiyên li buroya komkirinê ya Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, eşkere bûn. 16 gumanbar bi hinceta ku li DÎSKÎ’yê di berhevkirina fatûreyan de neheqîyê kirine, hatin binçavkirin. Lêpirsîna kesên hatin binçavkirin li midûriyeta polêsan berdewam dike. Li gor îdîayê 16 personelên ku di yekîneya kaseyê de dixebitin, fatureyên avê yên ku welatiyan bi pereyan didin, wan karmendan ji qertên kredî yên xwe derbas dikin û daxwaza komîsyonê kirine. Rayedarên DÎSKÎ'yê yên ku hîn bûn karmend karê sîmsarîyê dikin, 7 meh bere li polêsan re agahî dan. Di encama şopandina 7 mehan a polîsan de hat ragihandin ku li dijî kesên ku bi “sîmsarîya qertên kredîyê” re mijûl bûne de operasyon hatiye lidarxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.