NÛÇEYÊN KURDÎ

“HÊVÎ DIKIM ŞEVA HILBIJARTINÊ POŞMANÎYEKE MEZIN ÇÊNEBE”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, bi BBC Tirkî re li ser rojevê hevpeyvînek kir.

“HÊVÎ DIKIM ŞEVA HILBIJARTINÊ POŞMANÎYEKE MEZIN ÇÊNEBE”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, bi BBC Tirkî re li ser rojevê hevpeyvînek kir.

Demîrtaş, derbarê îhtîmala ku ji ber namzetîya Muharrem Înce hilbijartina serokkomarîyê derbasî tûra duyemîn bibe wiha got, “Ez dikarim bi rehetî ji hilbijêrên Muharrem Înce re bibêjim; Eger bi Erdogan re ji bo 5 salên din jî xwe amade kiribin, dikarin hilbijartinê bihêlin tûra duyemîn. Ji me re baş e!” Demîrtaş, li ser pirsa ku pêkhateya Tifaqa Ked û Azadîyê ya Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP) ku bi navê xwe dikeve hilbijartinê de jî got, “Hêvîdarim şeva hilbijartinê poşmanîyeke mezin nebe. Lê dîsa jî ez difikirim ku ew biryarek xelet bû." Demîrtaş derbarê ji ber ku HDPê namzedê serokkomarîyê nîşan nedabû hatibû rexne kirin, wiha bersiv da rexneyan; “Tişta ku partîya me namzet nîşan nedaye kabûsa herî xerab a Erdogan bû, niha jî ev yek pêk hatîye, bi rêya me hewl dide birêz Kiliçdaroglû tine bike. Di hilbijartinên herêmî de jî heman taktîk sepand û paşve çû. Ji ber ku êdî gel bi derew û îftîrayan nayê xapandin. Ger Erdogan bawer bûya ku HDP û Kurd wê dengan bide wî, wê li ber Navenda Giştî ya HDP'ê kon veda û li wir raza. Devê pisîkê negêje goşt dibêje bila xêra dê û bavên min be."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.