GÜNDEM

HDPÊ DERBARÊ GIRTINA PARTÎYÊ DE DAXUYANÎ DA

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber doza girtina partîyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

HDPÊ DERBARÊ GIRTINA PARTÎYÊ DE DAXUYANÎ DA

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber doza girtina partîyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

HDP'ê bi daxwaza ku doz heta hilbijartinê bê hiştin, derbarê serlêdanê de li Navenda Giştî ya partîyê civîna çapemenîyê li dar xist.Hevserokê Desteya Rêveberîyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê Mehmet Rûştû Tiryakî dîyar kir ku derbarê serlêdana Dadgeha Bilind a ji bo astengkirina hesabên partîyê hêj tu teblîxat ji wan re nehatîye şandin û wiha got: "Me îro bi awayekî fermî serî li AYMyê da. Me gelek daxwazên xwe jê re got. Îro di berbanga hilbijartinan de ji bo HDPê qutkirina alîkarîya xezîneyê û astengkirina hesabên HDPê, rasterast tê wateya destwerdan û mudaxeleyê. Hêvîdarim Dadgeha Destûra Bingehîn bêyî lêkolînê vê daxwazê ​​red bike. Naxwe biryareke berevajî wê, tê wê wateyê ku Dadgeha Destûra Bingehîn wê rasterast destwerdan û mudaxeleyê li hilbijartinan dike."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.