NÛÇEYÊN KURDÎ

HDPÊ TEKLÎFA BILA ZÎNDANA DÎYARBEKIRÊ BIBE ‘MUZEYA AZADÎYÊ’ DA MECLÎSÊ

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, ji bo Girtîgeha Tîpa E ya Dîyarbakirê ku bi îşkenceyê behsa wê tê kirin, bibe 'Muzeya Azadîyê', pêşnûmeya qanûnê ya ji 3 madeyan pêk tê pêşkêşê Meclisê kir.

HDPÊ TEKLÎFA BILA ZÎNDANA DÎYARBEKIRÊ BIBE ‘MUZEYA AZADÎYÊ’ DA MECLÎSÊ

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, ji ​​bo Girtîgeha Tîpa E ya Dîyarbakirê ku bi îşkenceyê behsa wê tê kirin, bibe 'Muzeya Azadîyê', pêşnûmeya qanûnê ya ji 3 madeyan pêk tê pêşkêşê Meclisê kir. Dersim Dag, di hinceta Pêşnûmeya Qanûnê ya ku divê bila Zîndana Dîyarbekirê bibe "Muzeya Azadîyê" ye de wiha got; “Li herêmê bi hezaran kesên ku ji heftan heta heftê salî, çi sûcdar û çi bêguneh hatin girtin û şandin vê girtîgehê, bi hezaran kes rastê îşkence û pêkanînên dijmirovî hatine. Zindana ku di bîra civakê de wêranîyên nayên jibîrkirin têde bicîh kirîye, ji bo ku careke din êş neyên jiyîn û bi rabirdûyê re rû bi rû bimîne, divê bibe muze. Li Girtîgeha Tîpa E ya Dîyarbakirê li gor Qanûna Muzeyan û bi rêgezên pêwîst vekirina 'Muzeya Azadîyê' wê ji bo pêdivîyên civakî û demokrasîyê bibe bersiv. Pêwîst e bi lezgînî tiştên pêwîst bên kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.