NÛÇEYÊN KURDÎ

HEDEP DIVÊ KU KIŞANAK DEMILDEST SERBEST BÊ BERDAN

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, ji ber sînorê qanûnî yê darizandina bi girtî hat derbaskirin, hat xwestin ku tavilê bê berdan.

HEDEP DIVÊ KU KIŞANAK DEMILDEST SERBEST BÊ BERDAN

Parlamenterê Amedê yê Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) Serhat Eren, di axaftina xwe ya li Lîjneya Giştî ya Meclîsê de, ji dadgeha ku doza Kobanê dinêre re axivî û dîyar kir ku Kişanak 7 sal cezayê girtîgehê ya ku dema darizandina bi girtî ya herî zêde temam kirîye û bêyî ku li benda talîmatên hikûmetê bimîne, xwet ku Kişanak demildest bê berdan.

Eren li Meclîsê de wiha axivî; “Mixabin piştê ku Kişanak bi îradeya gelê Amedê hat hilbijartin qeyûm hat tayînkirin.

Ji roja hilbijartinê vir ve 7 sal e di girtîgehê de ye û îro heftemîn sala girtina wê ye. Ev 7 sal e azadîya wê hatîye desteserkirin. 7 sal e girtî tê darizandin.

Li gorê qanûnê ji 7 salan zêdetir kes nikare girtî bê darizandin. Seroka me 7 sal e girtî ye lê dadgeh biryara berdana wê nade. Mixabin, rewşa dadgehan niha ev e. Ez dixwazim ji vir ji dadgehê re bejim, Hevala me, hevseroka me, hevseroka me yê bi îradeya gel hatîye hilbijartin, li gorê qanûnan serbest berdin. Li benda biryara hikûmetê ya berdanê nemînin

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.