NÛÇEYÊN KURDÎ

“HEKE MIN LI POLÊS BIXISTA WÊ MUEBET BIDANA MIN”

Bavê Mîraç Mîroglû bertek nîşanê beraat kirina polêsê ku lawê wî qetil kir da û got: "Heke min an jî welatîyek li polêsek bixista wê cezayê muebedê li me bihata birrîn.”

“HEKE MIN LI POLÊS BIXISTA WÊ MUEBET BIDANA MIN”

 

Bavê Mîraç Mîroglû bertek nîşanê beraat kirina polêsê ku lawê wî qetil kir da û got: "Heke min an jî welatîyek li polêsek bixista wê cezayê muebedê li me bihata birrîn.

 

” Di 3'yê Îlona 2021'an de li Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê, wesayîta zirxî ya polêsan li Mîraç Mîroglû yê 7 salî xist û wî kuşt. Polêsê kujer di danişîna 7'an de beraet kir.

 

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamya Bavê Mîraç, Salîh Mîroglû bertek nîşanê biryarê da û wiha axivî: "Ez bi xwe duh beşdarê danişînê bûm. Li wir jî parêzerê polêsê bersûc got, 'Mîrac dema derket ser rêya sereke, wesayîtê lê xist.' Min li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da.

 

Min ji dadger re got, 'Xuyaye û tiştekî wisa tine, hemû tax şahid e, di taxê de li ber mala min li kurê min xist, ez vê qebûl nakim.’  Ez vê biryara beraetê qebûl nakim û ez ê heta dawîyê îtîraz bikim. Çavê me ne li tezmînatê ye, daxwaza me ew e ku kujer cezayê herî giran bigire. Armanca me tenê ew e ku polêsê ku bûye sedema mirina kurê min bi awayekî herî giran were cezakirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.