NÛÇEYÊN KURDÎ

HESTÎYÊN 171 ŞEHÎDÊN ENFALÊ WÊ BIBIN KURDISTANÊ

Hate ragihandin ku lêkolînên DNA'yê yên li ser hestîyên 171 şehîdên Enfalê yên ku di sala 2019'an de li Çola Semawe ya Başûrê Iraqê hatibûn dîtin, bi dawî bûne û wê cenazeyên wan bibin Herêma Kurdistanê.

HESTÎYÊN 171 ŞEHÎDÊN ENFALÊ WÊ BIBIN KURDISTANÊ

Hate ragihandin ku lêkolînên DNA'yê yên li ser hestîyên 171 şehîdên Enfalê yên ku di sala 2019'an de li Çola Semawe ya Başûrê Iraqê hatibûn dîtin, bi dawî bûne û wê cenazeyên wan bibin Herêma Kurdistanê. Di komkujîya ku di navbera Sibat û Îlona 1988’an de li Başûrê Kurdistanê ji alîyê Rejîma Baas a Iraqê ve di bin navê “Enfal”ê de hat destpêkirin de, 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. Gelek ji wan bi saxî li çolên Iraqê hatin veşartin. Di Adara 2019’an de li Çola Semawe ya li sînorê parêzgeha Musenna ya Iraqê, ji du gorên komî; hestîyên 171 kesan, ku di nav wan de 74 zarok û 97 jin hebûn, hatibûn derxistin. Rêvebirê Wezareta Şehîd û Enfalê ya Kurdistanê Adil Mela Salih ragihand ku, lêkolînên DNA'yê yên li ser hestîyên 171 şehîdên Enfalê bi dawî bûne û wê termên wan bibin Herêma Kurdistanê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.