NÛÇEYÊN KURDÎ

JÊREBIHURA OFÎSÊ YA AMEDÊ JI BO TÎRYAKÊ BI KAR TÎNIN

Jêrebihûra Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîrê ji ber ku nayê paqij kirin, kes nikare tê re here û were.

JÊREBIHURA OFÎSÊ YA AMEDÊ JI BO TÎRYAKÊ BI KAR TÎNIN

Jêrebihûra Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîrê ji ber ku nayê paqij kirin, kes nikare tê re here û were.

Welatî bertek nîşanê vê yekê dan û dîyar kirin ku ew der bûye cîhê kêşana tiryakê û ji rayedaran xwestin ku were paqijkirin. Li Semta Ofîsê ya navçeya Yenişehîrê ya Amedê ji ber ku “Jêrebihura Ofîsê” nayê paqij kirin, welatî nikarin bi kar bînin. Welatî ji bo ku karibin derbasê alîyê din bibin nikarin jêrebihûrê bi kar bînin û bi ser barîyerên rê de tên û diçin. Ew barîyer jî ji bo welatîyan metirsîyek çêdike. Welatîyên taxê bertek nîşanê vê yekê dan û wiha gotin: “Ev der bûye cîhê kêşana tiryakê û tiryakkêş bişev jî li vir dimînin. Em newêrin vê jêrebihûrê bi kar bînin. Daxwaza me ew e bila Jêrebihura Ofîsê were paqijkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.