NÛÇEYÊN KURDÎ

JI ESNAFÊN SÛRÊ RE TEBLÎGATA ‘REKLAM Û PANO’

Ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin ve, ji esnafên Navçeya Sûrê ya Amedê re teblîgata "Panoyên Nav û Reklamê" hat şandin.

JI ESNAFÊN SÛRÊ RE TEBLÎGATA ‘REKLAM Û PANO’

Ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin ve, ji esnafên Navçeya Sûrê ya Amedê re teblîgata "Panoyên Nav û Reklamê" hat şandin.

Daxuyanîya ku bi armanca "parastina hebûnên çandî" hat şandin, esnafên navçeyê ji hev cuda bertek tan. Li gor nûçeya Arîf Bulut a Ajansa Sûrê, hinek dikandar vê gavê erênî dibînin, hinek jî dibêjin, “Armanc ne parastina dîrokê ye. Çi bikin bila bikin, ez ê tabelaya xwe ya nivîs û reklamê ya li ser cama dikana xwe ranekim.” Hevserokê Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê Ferît Kahraman jî, destnîşan kir ku teblîgata ku ji esnafan re hatiye şandin, biryareke rast û di cih de ye. Kahraman wiha got; “Dema ku ji bo parastina hebûnên çandî gav tê avêtin, divê pêşî sazîyên pêwendîdar nakokîyên ku di nav wan de hene, tespît bikin.” Kahraman, her wiha bal kişand ser reklamên mezin ên li dîwaran hatine daliqandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.