NÛÇEYÊN KURDÎ

JI FILISTÎNÊ JI CIVAKA NAVNETEWEYÎ RE BANGA DESTWERDANA LEZGÎN

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê banga destwerdana lezgîn ji civaka navneteweyî kir da ku li Nexweşxaneya Qudsê ya li başûrê Gazeyê pêşî li "trajedîya nexweşxaneyek nû" bê girtin.

Wezire Tenduristîyê Mey el-Keyle piştê ku Îsraîl "Daxwaza ku bi lez ji Nexweşxaneya Qudse were valakirin" ji civaka navneteweyi re daxuyanîyeke nivîskî da.

Keyle destnîşan kir ku Nexweşxaneya Qudsê niha mazûvanîya 400 nexweşan û nêzê 12 hezar sivîlên ku ji bo ji êrîşên Îsraîlê xilas bibin xwe spartine vir hene.

Her wiha Keyle bir bîr xist ku rayedarên Îsraîlî hişyarî da Heyva Sor a Filistînê da ku nexweşxaneyê vala bike. El-Keyle banga xwe wiha anî ziman,

"Divê civaka navneteweyî ji bo trajedîyeke wek Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst ya ku nêzê 500 Filistînî lê hatin qetilkirin, pêk neyê, divê bi lez tevbigerin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.