NÛÇEYÊN KURDÎ

JI GIRTÎYÊ NEXWEŞ OZKAN RE DÎSA RAPORÊ KU NIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE HAT DAYÎN

Girtîyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 27 sal in di girtîgehê de ye ku bi kuştina Tûggeneral Bahtîyar Aydin hat sûcdarkirin, jê re careke din rapora ku nikare li girtîgehê bimîne hat dayîn.

Ozkan ê ku sewqê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat kirin, piştê hevdîtina bi rêveberîya Girtîgeha Tîpa D a Amedê û parêzeran re, rapora ku nikare li girtîgehê bimîne hat dayîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku Ozkan her tim nexweş e û êdî kal bûye. Hat dîyarkirin ku mayîna Ozkan di girtîgehê de xetere ye û divê cezayê wî salekê bê taloqkirin. Hat ragihandin ku Sazîya Tipa Edlî hîna rapora ya di derbarê rewşa Ozkan de temam nekirîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.