NÛÇEYÊN KURDÎ

TAXA KURDAN A KERKÛKÊ DI BIN DORPÊÇA LEŞKERÊN IRAQÊ DE YE

Li taxa Newroz a Kerkûkê yên ku Kurd lê dijîn, ji kona ku welatîyan protesto li dardixin re bi çek êrîş hat kirin.

TAXA KURDAN A KERKÛKÊ DI BIN DORPÊÇA LEŞKERÊN IRAQÊ DE YE

Taxa Newroz a Kerkûkê ku Kurd lê dijîn ev hefteyek e di bin dorpêça leşkerên Iraqê de ye.

 

Rageşîya ku hefteya borî di taxa Newroz a Kurdan a li Kerkûkê de ku yek ji herêmên bi nakok ên di navbera Bexda û Hewlêrê ya Iraqê de ye, dest pê kir, gav bi gav zêde dibe.

 

Li gor nûçeya Rûdawê, artêşa Iraqê piştê bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, zexta li ser Kurdan bi taybet li Taxa Newrozê dike ku malên xwe vala bikin. Çalakîya rûniştinê ya li dijî hewldana desteserkirina 122 malên di Newrozê de ku 172 malbat lê dijîn, dewam dike, êrîşek hat lidarxistin.

 

Hat dîyarkirin ku kesekî nenas bi çekê gule li konê çalakgerên ku artêşa Iraqê protesto dikin gulebaran kirîye.

 

Di dîmenên kameraya ewlehîyê de tê dîtin ku çalakger li derveyê kon rûniştine. Lê belê tevê wesayîta polêsan û rayedarên çekdar ên li derveyê kon, ji welatîyên ku protesto dikin re gulebaran tê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.