NÛÇEYÊN KURDÎ

JI HEQÊ RÊYA NAVÇEYAN RE JÎ ZEM HAT! PASÛR 100 TL, ÇINAR 35 TL

Li Amedê heqê rêya navçeyan jî hat zêdekirin.

JI HEQÊ RÊYA NAVÇEYAN RE JÎ ZEM HAT! PASÛR 100 TL, ÇINAR 35 TL

Li Amedê heqê rêya navçeyan jî hat zêdekirin.

Ji ber lêçûna sotemenîyê zêde bûye, li Amedê di nava 4 mehên dawî de çûnûhatina bajaran ji sedî 115 zêde bûye.

Heqê rê ya mînîbusan ku di meha tîrmehê da bûbû 10 lire, niha bûye 14 lire. Bihaya mesafeya kurt a taksîyên Tîcarî ji 40 lîre derket 60 lîre.

Bi biryara UKOME ya Şaredarîya Bajarê Amedê, heqê rêya navçeyan jî hat zêdekirin.

Li gor tarîfeya nû ya heqê rê ya navçeyan a herî zêde, Bihaya herî zêde ji Amedê heta Navçeya Pasûrê 100 lire, ya herî kêm jî ji Amedê heta Navçeya Çinarê 35 lire ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.