NÛÇEYÊN KURDÎ

JI HILWEŞANDINÊN BÊ KONTROL Û EWLE RE BERTEK ZÊDE DIBIN

Li Baglarê dema ku karker di avahîya bi xisar de dixebitîyan, li avahîyek din a kêleka wan bêyî ku agahdarîyê bidin karkeran, hat hilweşandin.

JI HILWEŞANDINÊN BÊ KONTROL Û EWLE RE BERTEK ZÊDE DIBIN

Li Baglarê dema ku karker di avahîya bi xisar de dixebitîyan, li avahîyek din a kêleka wan bêyî ku agahdarîyê bidin karkeran, hat hilweşandin.

Li Ameda ku di erdhêja 6ê Sibatê ya Mereşê de gelek xisar dîtibû, xebatên hilweşandinê didomin. Hat dîyarkirin ku tedbîrên ewlehîyê yên di xebatên hilweşandinê yên hefteyên dawî de hatin kirin gelek kêm in.

Ji ber hilweşînên bê kontrol ne tenê welatî, ji ber qirêjîya jîngehê û xetimandina trafîkê li bajarê me jî rojên dijwar derbas dibe. Welatîyên ku xwe gîhandin xeta me ya nûçeyan a Amed Radyo Tv ragihandin ku di dema rûxandina Avahîya Çol ya li ser Kolana Karacadag a Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Baglara Amedê de, ji karkerên ku di avahîya kêlaka wî de xebatên xwe didomînin re bêyî ku hişyarîya "derkevin" hatîye hilweşandin. Ji alîyê din ve hat dîtin ku di hin avahîyên ku tên hilweşandin de di serî de kargeh û xanî jî hê tên bi karanîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.