NÛÇEYÊN KURDÎ

JI MAZOTÊ RE 1 LÎRE Û 38 QURIŞ WÊ ZEM WERE

Ji îşev nîvê şevê pê ve ji bo koma mazotê tê payîn ku 1 lîre û 38 quriş zem were kirin.

JI MAZOTÊ RE 1 LÎRE Û 38 QURIŞ WÊ ZEM WERE

Daketina nirxê TL li gel guherandina buhaya petrola Brent û diravên biyanî, bi zêdebûna buhaya neftê re berdewam dike.

 

Li gorê agahîyên ku Halk TV ji çavkanîyên pîşesazîya petrolê girt, dibe ku roja Çarşemê careke din buhabûna neftê derkeve pêş. Li bendê ye ku mazot derdora 1 TL û 40 quriş, benzîn jî derdora 2 TL zêde bibe.

 

Buhaya neftê piştê hilbijartina Gûlana 2023an ji sedî 115 zêde bûye. Vê yekê hêza kirînê ya mûçeya kêmtirîn 49 lître kêm kir.

 

Ji 30ê Çileyê roja sêşemê pê va ji bo koma mazotê lîreyek û 38 quriş zem wê pêk were. Li gor buhayên niha yên neftê li Amedê lîtreya mazot bi 41 lîre û 82 quriş, benzîn bi 39 lîre û 90 quriş, LPG jî bi 20 lîre û 30 qurişan tê firotin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.