NÛÇEYÊN KURDÎ

JI SEROKATÎYA BAJÊR YA CHPÊ DAXUYANÎYA 8Ê ADARÊ

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Şaxa Jinan a CHP'ê ya Amedê li avahîya Serokatîya Bajêr daxuyanîyeke çapemenîyê da.

JI SEROKATÎYA BAJÊR YA CHPÊ DAXUYANÎYA 8Ê ADARÊ

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Şaxa Jinan a CHP'ê ya Amedê li avahîya Serokatîya Bajêr daxuyanîyeke çapemenîyê da.

Daxuyanîya çapemenîyê ya ji alîyê Seroka Şaxa Jinan a CHP'ê Aylîn Nazliaka ve bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatibû amadekirin, ji alîyê Seroka Şaxa Jinan a Amedê Arzû Ozdogan ve hat xwendin. Di daxuyanîyê de behsa girîngîya 8'ê Adarê hat kirin û  bal kişandin ser zehmetîyên ku jin û zarok li herêmên erdhejê dijîn. Her wiha behsa xebatên şaredarîyên CHP'ê yên li herêmên erdhêjê û xizmetên ji bo jin û zarokan ên li navendên hatine avakirin hatin kirin. Hat dîyarkirin ku wê di serdema hikûmeta CHP'ê de pirsgirêk bên çareserkirin. Piştê daxuyanîyê li qadên bajêr ên qerebalix, li gel Serokê Navçeya Kayapinarê ya CHP'ê qerenfîl li jinan hatin belavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.