NÛÇEYÊN KURDÎ

KILIÇDAROGLÛ BANGEWAZÎYA XWE YA “LI HEVHATINÊ” DÛBARE KIR

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di bernameya ku beşdar bû de banga xwe "lihev helal kirin û li hevhatinê" dubare kir.

KILIÇDAROGLÛ BANGEWAZÎYA XWE YA “LI HEVHATINÊ” DÛBARE KIR

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di bernameya ku beşdar bû de banga xwe "lihev helal kirin û li hevhatinê" dubare kir. Kilicdaroglu di daxuyanîya xwe de wiha got; "Em pir cûdaxwaz bûne, em bi çavên cûda li hev dinêrin. Me berê jî xeletî kir, dezgehên sîyasî jî xeletî kirin, lê pêdivîya civakê bi lihevhatinê heye. Divê em li hev guhdarî bikin. Ger em vê nekin em nikarin Tirkîyeyê bipêşbixin. Dîsa siyaset wê bi vê halê xwe yê xerab bidomîn e û çi tê jî bi serê gelê me de tê." Kiliçdaroglu, dîyar kir ku marjînalkirin li dijî mafên mirovan e û wiha got, "Ji bawerî û nasnameya her kesê re rêz û hurmeta min heye û cîhê wan li ser ser û çavê min e. Tu kes ne xwedîyê wê erkê û azadîyê ye ku dê û bavên xwe bi îradeya xwe hilnijêre. Wê demê çima nasnameya min bibe meseleya sîyasetê?

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.