NÛÇEYÊN KURDÎ

KILIÇDAROGLÛ: KESÊN QESTA CANÊ XELKÊ BIKE NAYÊ HELAL KIRIN

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li Meclîsê di civîna koma partîya xwe de derbarê rojevê de axivî.

KILIÇDAROGLÛ: KESÊN QESTA CANÊ XELKÊ BIKE NAYÊ HELAL KIRIN

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li Meclîsê di civîna koma partîya xwe de derbarê rojevê de axivî.

Kiliçdaroglû, derbarê firotina konan a Heyva Sor de wiha got,  "Sazîya ku heman temenê Komarê ye, çawa dikare konên Heyva Sor bifiroşe? Ez bang li rayedarên Heyva Sor dikim, çend konên we di depoyê de hene bînin, em ê hemûyan bikirin û bibin herêma erdhejê."

Di berdewamîya axavtina xwe de jî Kiliçdaroglu wiha got, "Divê dewlet ji bo hemû xetereyan xwe amade bike. Ez cara ewil ji hikûmeta ku guh nade dewletê re dibim şahid. Vê hikûmetê stûnên dewletê birî. Stûna dewletê edalet e, edalet red kirine. Kesên xwedî lîyaqat avêtine ber derî.”

Kiliçdaroglu di daxuyanîya xwe de got, “Yên ku dewletê bi rêve dibin ka li ku ne? ji bo wan 5 hezar, 10 hezar kes mirin, qet ferq nake. Ma bi pere dikare îradeya mirovan bikire? Tenê kesên ji havênê mirovahîyê bêpar mane  dikarin vê yekê bikin.

Kiliçdaroglu, derbarê gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan yên ku digot “Ez ji we helalîyê dixwazim” de jî wiha got, “Hûn sebebê mirina 50 hexzar hemwelatîyên me ne, kesên qesta canê mirovan dikin nayên helal kirin. Piranîya wan ji ber sermayê qefilîn û mirin. Ma hûn ê ji welatîyê ku di sermayê de mirin, çawa helalîyê bixwazin?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.