NÛÇEYÊN KURDÎ

KILIÇDAROGLÛ MEŞÎYA BER WEZARETA DADÊ! “EM EDALETÊ DIXWAZIN”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, ji bo civîna derasayî îro danê sibê bang li koma partîya xwe ya parlementoyê kir.

KILIÇDAROGLÛ MEŞÎYA BER WEZARETA DADÊ! “EM EDALETÊ DIXWAZIN”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, ji bo civîna derasayî îro danê sibê bang li koma partîya xwe ya parlementoyê kir.

Her wiha Kiliçdaroglû, bi rêvebir û parlementerên CHPê re ji parlementoyê heta ber Wezareta Dadê meşîya û derbarê skandala îstîsmara cinsî ya zaroka 6 salî a ku di Weqfa Hîranurê de derketibû holê li ber Wezareta Dadê, bertek nîşan da û wiha pirsî, "Ev 2 sal in hûn xwe di pişt kê de vedişêrin? Ma kesên ku we wêneyan pêdane kişandin zextê li we dikin ku hûn ser vê bûyerê binuxumînin?" Kilicdaroglû; “Em êdî naxwazin desthilatdarîya sîyasî, destên polîs û dozgeran girêbidin. Em tehemulê vê tabloya derbarê neheqîyê de ye nakin. Ji ber ku ev qas problemên welêt hene, ne mimkûn e ku em ji îktîdara wezîfeya xwe pêknayîne re tehemul bikin. Sedema hatina min a Wezareta Dadê ji ber ku ez edaletê dixwazim. Ez ji bo ewladên me edaletê dixwazim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.