NÛÇEYÊN KURDÎ

TANRIKÛLÛ: JI BALEFIRGEHA AMEDÊ MIDÛRÎYETA GIŞTÊ BÊ DAYÎN

Derbarê Balafirgeha Amedê ku statuya 'Midûrîyeta Giştî' nayê dayîn de, pirsnameya Meclîsê hat kirin.

TANRIKÛLÛ: JI BALEFIRGEHA AMEDÊ MIDÛRÎYETA GIŞTÊ BÊ DAYÎN

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, derbarê Balafirgeha Amedê ku ji Midûrîyeta Rêveberîya Balafirgehan a Dewletê re statûya Midûrîyeta Giştî tê dayîn an na de ji bo ku Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz bersiva bide, pirsname pêşkeşê Meclîsê kir.

Tanrikûlû di pirsnameya xwe de wiha pirsî; “Gelo ji bo guherandina Balefirgeha Amedê ku niha Midûrîyet e, bibe statûya Midûrîyeta Giştî, xebat hene? Eger wisa be, encama niha çîye?

Ji bo ku li Balefirgeha Amed ji alîyê Wezareta Çandinî û Daristanê ve wek ‘Navenda Îxracata Sewalên Zindî’ bê pênase kirin ku Amed yek ji navendên girîng ên xwedîkirina sewalan e, bi hêsanî îxracat bê kirin xebatek heye?

Heke hebe encama wî çîye? Ma ji bo aktîvkirina qada 'Food Court' ya ku piştê derbasbûna dawî ya ewlehîyê ya li balafirgehê hîn jî bêfonksîyonel e, hewldan hene? Eger wisa be, encama wî ya niha çîye?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.