NÛÇEYÊN KURDÎ

LAPÎD: EM Ê GUH NEDIN AXAFTINÊN ERDOGAN ÊN LI SER MAFÊ MIROVAN

Serokê sereke yê mixalefeta Îsraîlê Yaîr Lapîd, bal kişand ser daxuyanîyên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê Îsraîlê de û got, "Em ê guh nedin axaftin û talîmatên Erdogan ên li ser mafên mirovan."

LAPÎD: EM Ê GUH NEDIN AXAFTINÊN ERDOGAN ÊN LI SER MAFÊ MIROVAN

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê û serokê niha yê mixalefeta sereke Yaîr Lapîd ji televîzyona giştî ya Yewnanîstanê ERT re li ser pevçûnên berdewam ên bi Hamasê re axivî.

 

Lapîd daxuyanîyên Erdogan ên "Îsraîl 28 roj e li Gazeyê sûcê mirovahiyê dike" jî nirxand.

Li gor nûçeya Euractivê, Lapîd rexne li Erdogan kir ku piştgirîya Hamasê dike û wiha axivî, "Em guh nadin axaftin û talîmatên Erdogan ên li ser mafên mirovan. Şerm e ku Tirkîye bi Hamasê re bibe alî. Helbet ev jî di navbera Îsraîl û Tirkîye de krîzekê çêdike ku çareserkirina wê demeke dirêj pêwîst be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.