NÛÇEYÊN KURDÎ

LI 11 BAJARÊN HERÊMA ERDHEJÊ PERWERDEYA TELAFÎKIRINÊ DEST PÊ KIR

Li 11 bajarên herêma erdhêjê perwerdeya telafîkirinê dest pê kir. Li bajarên ku ji ber erdheja navenda Mereşê zirar dîtine, ji 1ê tebaxê û pê ve perwerdeya telafîkirinê dest pê kir.

Li Hataya ku di karesata erdhêjê de wêranîya herî mezin lê rû da, li 15 navçeyan bi tevahî li 104 dibistanan di warê perwerdehîya bingehîn de qursên perwerdehîya telafîkirinê hatin vekirin.

7 hezar û 411 xwendekar wê di van qursan de dersên ku ji ber erdhêjê nedîtine telafî bikin.

Xwendekarên li dibistanên pêşdibistan, dibistanên seretayî û navîn dîsa cihê xwe girtin. Li gel heval û mamosteyên xwe, xwendekaran bi heyecan dest bi dersê kirin. Li Amedê perwerdeya telafîkirinê ji 1’ê Tebaxê û pê ve li dibistanên hemû navend û navçeyan dest pê kir. Perwerdeyên telafîyê yên ku wê tevahîya meha Tebaxê berdewam bikin, wê xwendekar ji bo sala perwerdehîyê ya 2023-2024an bêtir amade bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.