NÛÇEYÊN KURDÎ

LI 9 BAJARAN OPERASYONA SEXTEKARÎYÊ, 28 ŞIKBAR HATIN GIRTIN

Di operasyona hemwext a bi navê "Sîbergöz-18" ya ku ji ber sûcê sextekarîyê hat kirin de li 9 bajaran 28 kes hatin girtin.

LI 9 BAJARAN OPERASYONA SEXTEKARÎYÊ, 28 ŞIKBAR HATIN GIRTIN

 

Di operasyona hemwext a bi navê "Sîbergöz-18" ya ku ji ber sûcê sextekarîyê hat kirin de li 9 bajaran 28 kes hatin girtin.

 

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha parve kir; "Li Stenbol, Balikesîr, Êlih, Amed, Samsûn, Îdir, Edîrne, Wan û Trabzonê bi awayekî hemwext operasyonên 'Sîbergöz-18' hatin lidarxistin.

 

Di operasyonê de hat tesbîtkirin ku fîrma û malper bi rêbaza malperên sexte ava dikin û bi hincetên cuda pere dixwazin. Di operasyonê da 28 şikbar hatin girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.