NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ BELGEYÊN 2 HEZAR Û 500 ESNAF HATIN KONTROL KIRIN

Li Amedê ekîbên girêdayê şaredarî, daîreya dahatê û odeyên esnafan ji bo esnafên bê qeyd dixebitin bên tesbîtkirin kontrol kirin.

LI AMEDÊ BELGEYÊN 2 HEZAR Û 500 ESNAF HATIN KONTROL KIRIN

Li Amedê ekîbên girêdayê şaredarî, daîreya dahatê û odeyên esnafan ji bo esnafên bê qeyd dixebitin bên tesbîtkirin kontrol kirin.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Esnaf û Zeneatkar ên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşîgirtina qezenca neheq ya ku ji ber nefermîtiyê çêdibe û rê li ber xisara bacê bigire, lêkolînan dike. Ekîbên Serokatîya Zabiteyan û Karûbarên Esnaf û Zeneatkaran a Şaredarîya Bajarê Mezin, Daîreya Dahatê û Yekîtiya Odeyên Esnaf û Zeneatkarên Amedê (DESOB) li seranserê bajêr 2 hezar û 500 cîhên kar kontrol kirin.

Ekîban di kontrolê da destûrnameya kar, belgeyên bacê û qeyda odeyên esnafan kontrol kirin. Di çarçoveya lêkolînê de esnafan ji bo ku ji derfetên wekî bexş û desteka kredîyê sûd werbigirin, li ser pêkanîna rêgez û erkên pêwîst hatin agahdarkirin.

Li esnafan hat hişyarkirin ku ji bo di rewşên wek felaketên xwezayî, şewat û şewbayê de ji piştgirîya dewletê bêpar nemînin, destûrnameya kar, qeydên odeya esnafan, belgeyên bacê û erkên qanûnî yên pêwîst bi cîh bînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.