NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ CIHÊN FIROTIN Û SERJÊKIRINÊ YÊN QURBANÊ HAT DÎYARKIRIN

Berîya Cejna Qurbanê, li bajêr cihên ku wê qurban û serjêkirin lê bên kirin, hatin dîyarkirin.

LI AMEDÊ CIHÊN FIROTIN Û SERJÊKIRINÊ YÊN QURBANÊ HAT DÎYARKIRIN

Berîya Cejna Qurbanê, li bajêr cihên ku wê qurban û serjêkirin lê bên kirin, hatin dîyarkirin.

Di daxuyanîya Rêveberîya Çandinî û Daristanan a Bajarê de wiha hat gotin; “Cihên serjêkirinê yên qurbanê wiha ne; Kombîneya Kamer-Goşt, Kombîneya Guler-Goşt, Sûka Ajalan, Goştê Mîrbey, Lojmanên Yenîşehîr Kurdoglu, Bazara Koma Xanîyan ya Yenîşehîr Ûçkuyular, Stadyûma Bajêr a Kayapinarê, Lojmanên Polîsan yên rêya Kayapinar-Rihayê û cîhê şûştina siwareyan ya Fermandarîya Hêzên Esmanî”

Li navenda bajêr, cihên firotina qurbanê jî wiha ne; "Sûka Ajalan ya navçeya Sûrê, qada belavkirina komirê ya li hemberê otogara navçeya Yenîşehîrê, li Kêleka Lîseya ÎMKB ya Peyasê, Bazara Ajalên Qurbanê ya li hemberê Goristana Yenîkoyê ya Rezanê, Cîhê Sewalkarîyê ya li Taxa Çarikliyê û Stadyûma Bajêr ya li Taxa Kayapinarê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.