NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ LI KARGEHEKA KOZMETÎKÊ ŞEWAT

Li kargeheka kozmetîkê ya li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê şewat derket.

LI AMEDÊ LI KARGEHEKA KOZMETÎKÊ ŞEWAT

Li kargeheka kozmetîkê ya li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê şewat derket.

Şewata ku hê sedema wê nehatîye zanîn 10 kesan ji dûyê kîmyewî bandor dît. Li ser îxbarê ekîbên tendirustî û agirtef hatin cîhê bûyerê û şewat di demeke kurt de hat tefandin. kesên ku ji dû bandor dîn ji alîyê ekîbên tendirûstîyê ve rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîl. Hat hînbûn ku rewşa wan kesên ji dû bandor bûn baş e. Her wiha li gor agahîyan hat zanîn ku heman kargehê di 3 mehên dawîn de cara duyem e şewat derketîye. Ji bo sedema şewatê were tespîtkirin lêpirsîn hat destpêkirin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.