NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ PÎŞEYA QELAKERÎYÊ ÊDÎ NAYÊ KIRIN

Li navçeya Sûrê ya Amedê hosteyên ku debara xwe bi qelakerîyê dikin her ku diçe kêm dibe.

LI AMEDÊ PÎŞEYA QELAKERÎYÊ ÊDÎ NAYÊ KIRIN

 

Li navçeya Sûrê ya Amedê hosteyên ku debara xwe bi qelakerîyê dikin her ku diçe kêm dibe.

Di sûka sefarîyan de ku wextekî hostayên Ermenî û Ereban hebûn û qelakerîyê dikirin êdî gelek kêm in. Qelakerê bi navê Seyîthan Taşiyan ku ji 50 salan zêdetir e vî karê dike dîyar kir ku ev pîşe êdî nadome û wiha axivî: “Qelakerî êdî bala kesekê nakşîne. Li bajêr 2 kes tenê mane ku vî pîşeyê dikin. Heke ew jî dev ji vî karê berdin wê qelakerî biqede.” Her wiha Seyîthan Taşiyan dîyar kir ku sedema penceşêrê alumînyûm e, bikaranîna çelîkê ji bo tenduristîyê baş e û wiha axaftina xwe domand: “Berê kevçî û çetel û hemû firaqên mitbaxê ji sefarîyê bû. Piştê ku bikaranîna sefarîyê qedya dikanên qelakerîyê jî nema kar kirin. Pîşeya me êdî ber bi tunebûne ve diçe.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.